Mem ARARAT Rindê











>> YOUR LINK HERE: ___ http://youtube.com/watch?v=aB24KIo7soU

Ji rojeke Çileyê,ku dişibe rojên payîza paşîn ,ji xewlana min heta ba we rêz û silav ji we re gelî dost û hevalan.Li derve qirsayî heye û daran hemû pelên xwe weşandine.Di dilê min de şikestinek dişibe dema qeşa dikeve li Gulanê û a niha li ber dengê Şakiro û Fadilê Kufragî ji we re dinivîsim. • Sala 2022 an têra xwe em westand û bêgûman car caran dilê me jî şikand,lê dixwaz im hun jî zanibin di dil de hêvî her gurr e dostno.Bi hemû hêza xwe em ê hewl bidin sala 2023 an bikin saleke xweştir. • A niha bi kelecan im lewma dixwaz im mizgîniyekê bidim we. Em ê bi parvekirina albumek nû, kû navê wê Keskesor e hewl bidin çend kulîlkên din jî biçînin li vê dunyaya gewrik.Di vê albumê de ez ê hewl bidim sitranên xwe yî ku ev demek dirêj e di arşîva min de sekinî ne bi we re par ve bikim.Ji van stranna hinek jê nêzî 20 sal berê hatiye nivîsandin. Bi hêvî me serê we neêşînim. • Strana bi navê Rindê di sala 2011 an de hatiye nivîsandin. Ji bilî çend sererastkirinên piçûk min dest stranê neda. • Gelî canik û camêran, weke hun jî dizanin muzîk karekî kolektîf e û ev album bi qasî keda min e keda hevalên min ên keda xwe tev li keda min kirine jî... • ji bo ked û dostaniya wan ez malavaniya hevalên xwe yên muzîkjen Nihad Jemshere ,İlkan Pala,Serkan Çelîk,Hüseyîn Can Pala dikim. Malavaniya hemû malabata Zîz Muzîk dikim. • Û bi taybetî malavaniya Sozdara delalî dikim.Lewma keda wê li ba min ji çiyan û bahran mezintir e. • • Hezkirin bo we hemûyan... • Mem • • • RINDÊ • ji pirsên stûr, ji gotinên bi bar • Bi ruhê westiyayî,ji taqetê bê par • Bi sebra Eyûbê kû kurma ew xwar • Hatim gihîştim peravên te rindê • Bûme keştiya rizgarbûyî ji bayê • Ji sermayê ,ji berfê rindê... • Hevalê hevalê hevala min • Şirînê delalê were ba min • Herdeman em ê li ba hev bin • Heta dunya û zeman hebin • Ji bêhna agir,ji bêhna sincê • Ji bêhna benîştê li birîna dara kajê • ji bêhna nêrgizên bexçê jiyanê • Tu hatî tu tê li ser çavan rindê • li ser herdu çavan ,li ser seran rindê • Gotin û Muzîk: Mem Ararat • Gîtara Bas : Serkan Çelik • Gîtara Klasik : İlkan Pala • Sê Têl : Hüseyin Can Pala • Mîks û Masterîng: Nîhad Jemsher • Tembûr, Cûra : Mem Ararat • Aranje : Mem Ararat • Vîdeo Klîp: Robîn Lîon • • https://itunes.apple.com/tr/album/xew... • • https://open.spotify.com/album/0J8dt8... • • https://www.memararat.org • •   / araratmemm   • •   / araratmemm   • •   / memararat__official   • • •    / memararat  

#############################









New on site
Content Report
Youtor.org / YTube video Downloader © 2025

created by www.youtor.org